Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dest bi domandina projeya qîrkirina rêyên xerabûyî kir.
Ev demeke ji ber kolandina rêyan û çêkirina boriyên avê, projeya qîrkirina rêyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatibû rawestandin.
Îro careke din şaredariyê dest bi domandina projeyê kir û taxa 15 ‘an a li taxa şêxmeqsûda xerbî qîrkir.
Li gorî Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, wê hemû rêyên taxê ên ku xerab bûne werin qîrkirin û sererastkirin.
