MÎHRÎCANA FÎLMAN A JINAN A NÛJIYAN DI ROJA 4’AN DE DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

 

Mîhrîcana Filman a Jinan a Şehîd Nûjiyan bi amadebûna jinên herêmê, hezkeriyên Sînama û desteya çand û hunerê di roja xwe ya 4’an de didome.
Di çalakiyên roja 4’an a mîhrîcanê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ji panela “Rewşa çêkirina fîlman li her çar aliyên Kurdistanê û tecrubeya jinên Kurd di xebatên sînemayê de” hat dayîn.
Her wiha belgefîlmê ‘Wêneyek Ji Bîranînê’ bi derhêneriya Olga Tiçêrnig (OlgaChernykh) hat pêşandan.
Danê êvarê jî dê li Baxçeyê Azadî fîlmên cûrbecûr bên pêşandan.
Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Şehîd Nûjiyan 25`ê Gulanê dest pê kir, wê bi pêşandana film, kurtefîlm û belgefîlmên ji Kurdistanê û yên ji Rojhilata Navîn, Amerîka, Ermenistan û Ewropayê heta 31`ê Gulanê dewam bike.

Share This Article