Buroya jin a Şaredariya Gel a Kantona Reqayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, baxçeyeke jinan li bakurê bajêr vekir.
Merasîma vekirinê bi beşdariya kesayetên sivîl û siyasî her wiha şêniyên bajarê Reqayê pêk hat.
Di merasîmê de axaftin hat kirin û vekirina bexçeyê li hemû jinan hat pîrozkirin.
Beşdarên merasîmê diyar kirin ku, vekirina bexçeya jinan ji bo her jinek ji Reqayê xwedî wateyeke taybet e.
Merasîma vekirina baxçeyê bi dîlan û stranên gelêrî dawî bû.
