li Tebqayê kombûna jinan a Zenûbiya civîna xwe ya salane lidarxist .
civîn li Navenda Çand û Hunerê û bi amadebûna jinên saziyên sivîl û leşkerî, partî û tevgerên jinan û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê hate lidarxistin
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir û piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya herêmên rizgarkirî Xod El-Îsa axivî.
Di civînê de perspektîfên Rêbertî ji jinan re hatin xwendin, rapora salane ya Kombûna Jinan a Zenûbiya hate xwendin û rewşa jinan û rewşa herêmê hatin şîrovekirin.
Di dawiyê de deriyê nîqaş û pirsan hat vekirin û gelek pêşniyar hatin kirin.
