LI QAMIŞLOYÊ ROJA BERXWEDANA NETEWÎ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

 

Bi boneya 47’emîn slavegera damezrandina PKKˊê an ku wekî Roja Berxwedana Neteweyî tê nasîn, Înîsiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo li Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê pîrozbahiyek bi rêxistin kir.

Di şahiya pîrozbahiyê de hat gotin ku Çavê hemû cîhanê niha li Îmralî ye û Divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê.

Bi boneya 47’emîn slavegera damezrandina PKKˊê Înîsiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo li Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê pîrozbahiyek bi rêxistin kir.

Bi sedan welatiyên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Qamişlo ku di nava wan de koçberên Şehba -Efrîn û Serêkaniyê jî hebûn tev li şahiyê bûn.

Amadebûyên şahiyê dema li qadê kom bûn sloganên “Ne dawî ye, destpêkeke nû ye”, “Bijî Rêber Apo” berz kirin.

Girseya gel li ber stranên şoreşgerî govend gerandin, alên PKK`ê û Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin.1

Di şahiya pîrozbahiyê de hat gotin ku Çavê hemû cîhanê niha li Îmralî ye û Divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê.

Di dawiya şahiyê de hat destnîşankirin ku tişta di nava qadên berxwedanê de tê dîtin, şax û berhemên tevgera azadiyaKurdistanê ne û Li cîhanê bi giştî şaxên xwe vedaye.

Şahî bi gerandina govenda li ber stranan û bi xwendina helbestan bi dawî bû.

Share This Article