XELKÊ TEBQA Û KOÇBERÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ BANGA AZADIYA RÊBER APO KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Xelkê kantona Tebqa û şêniyên Efrîn û Şehbayê yên bi darê zorê koçber bûne bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek hevpar dan

Daxuyanî li navenda bicihbûna demkî ya koçberan a li Tebqayê Bi tevlêbûna bi dehan xelkên tebqayê, şêniyên Efrîn û Şehbayê û endamên PYD’ê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava krîzên li Rojhilata Navîn û şerên ku gel westandine de Rêber Abdullah Ocalan weke sembolê aştiyê û azadiyê derket.

Her di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an vîna durist a rawestandina tundiyê û şer nîşan dide.

beşdarên daxuyaniyê hewlên dûrxistina Rêber Apo yan jî paşguhkirina rola wî red kirin û ji civata navnetewî re gotin bi berpirsiyarên xwe rabe û tecrîdê bi dawî bikin.

Share This Article