Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Firatê bi hemahengiya li gel şaredariya gel ya Kobanê akademiya fotbolê ya şehîd Ronîza û Şehîd Azad vekir.
Akademî bi merasîmekê hate vekirin û dîyarî zarokên Kobanê hate kirin.
Di akademiyê de dê zarok li ser lîstika fotbolê werin perwerdekirin û karînên wan werin geşkirin.
Akademî dê zarokên ku temenê wan di navbera 7 û 14 saliyê de ne, pêşwazî bike û wan perwerde bike.
Ronîza û Azad du ciwanên ji bajarê Kobanê bûn û dema ku li Bendava Tişrînê nobet digirtin, rastî êrîşên Tirkiyê hatin û şehîd bûn.
