LI QAMIŞLOYÊ JI BO PIŞTGIRIYA YPJ’Ê MEŞEK GIRSEYÎ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li Qamişloyê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşvanan bal kişand ser rola YPJ’ê di parastina civakê de û daxwaza bicihkirina wê di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de kir.

Di çarçoveya kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de ku ji aliyê Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Rojava ve di 26’ê Nîsanê de hatiye ragihandin, Kongra Star li Qamişloyê meşek li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajêr û şervanên YPJ’ê beşdarî meşê bûn. Meş li Çerxerêya Sonî dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîdan ve çû.

Li Çerxerêya Şehîdan piştî rêzgirtinê endama Kongra Star Cewahir Osman axivî û got YPJ li hember “hêzên tarîtiyê” bi ser ketiye û ji bo jinên li çar aliyên cîhanê bûye mînak. Divê YPJ’ê di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de cih bigire.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên piştgiriya YPJ`ê bi dawî bû.

Share This Article