Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê bi dirûşma “Nivîskarî berpirsyarî ye” kongreya xwe ya 7‘emîn li bajarê Qamişloyê li dar xist.
Kongre bi beşdariya nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, hunermend, şêwekar û rexengiran li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Axaftina destpêkê ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê Qadir Egîd ve hat kirin û anî ziman ku rewşa çandî ya Sûriyeyê bi pirsgirkên mezin re rû bi rû ye û nivîskarên Kurd ji vê van guhertinan re dûr nin in.
Endama Desteya Rewşenbîr û Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê Şepal Seîd Yûsif jî kongre li beşdaran pîroz kir û hêviya pêşketinê kir.
kongre bi hilbijartina serok û cigar û 9 endamên nû yên Desteya Rêveber a Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê bi dawî bû.
