KOÇBERÊN EFRÎNÎ BI HESRETA VEGERA LI EFRÎNÊ LI BER XWE DIDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçbera bi navê Remziya Mihemed ya ji Efrîna dagirkirî ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih bûye, behsa êşa koçberiyê dike û bi dilekî şewat hêviya vegera li Efrînê dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 20’ê Çileya 2018’an êrîşên hovane li dijî Efrînê dan destpêkirin.

Piştî berxwedana dîrokî ye Gel û şervanan ku 58 rojan dewam kir, bajarê Efrînê hate dagirkirin.

Koçbera bi navê Remziya Mihemed ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih bûye, behsa êşa koçberiyê dike û dibêje dema ew ji efrînê derketin ji bilî şervanên wan tu kes li wan nebû xwedî.

Remziya Mihamed bi dilekî şewat û rondikên ji xwînî efrîn li bîra xwe tîne û bi hisret daxwaza vegereke bi ewle ya li cih û warê xwe dike.

Di encama dagirkirina efrînê de, zêdetirî 100 hezar kes bi darê zorê hatin koçber kirin û ji bo vegereke bi ewle li warê koçberiyê di serma zivistan û germa havînê de, li ber xwe didin.

Share This Article