Kongreya 3’yemîn a Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya Şoreşa Jinan û avakirina Sûriyeya demokratîk e” li bajarê Reqayê hate li dar xistin.
Kongre li hola Tac a bajarê Reqayê bi beşdariya nêzî 500 jinên kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê hat organîzekirin.
di kongreyê de nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Jinan a Sûriyê, Kombûna Jinên Zenûbiya, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û nivîsgehên jinan ên partiyên siyasî beşdar bûn.
Di Kogrê de perspektîfên siyasî û rêxistinî Her wiha rapora xebata 2 salan û rêzikname hatin xwendin. Beşdaran li ser rêziknameyê nîqaş kir. Piştre sînevîzyonek li ser xebatên meclisê hat pêşandan.
Kongre bi encamnameyekê bidawî bû û têde tekezî bi Şopandina doza şehîd Hevrîn Xelef û Xebitîna li ser bidawîkirina hemû cûreyên tundiya li ser jinan hate kirin.
KONGREYA 3’MÎN A MECLISA JINAN A PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ HATE LI DAR XISTIN
