Li Hesekê û Qamişlo mamosteyên zimanê Kurdî, xwendekar û malbatên wan li dijî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê ya danîna 3 dersan di hefteyê de ji bo dersa zimanê Kurdî çalakî li dar xistin.
Di çalakiyan têkildarî zimanê Kurdî de peyama ” Ziman maf, hebûn, nasname û siberoj e” hat dayîn.
Li Hesekê û Qamişloyê mamosteyên zimanê Kurdî, xwendekar û malbatên wan li dijî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê ya (2068/964) ya danîna 3 dersan di hefteyê de ji bo dersa zimanê Kurdî çalakî li dar xistin.
Di çalakiya li Hesekê ku li çerxerêya Kevokê hat lidarxistin de, pankartên bi nivîsên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê Kurdî maf, hebûn û pêşeroj e” û “Mafê min e bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibim” hatin vekirin.
Di çalakiya li Qamişloyê de mamoste Mizgîn Hesen axivî û anî ziman ku şênî li dijî biryarê ne û bi bîr xist ku zimanê kurdî di salên dawî de bûye zimanê pewerdeyê û li dibistan û zanîngehan waneyên wêjeyî û zanistî bi zimanê Kurdî tên dayîn.
Di herdu xwepêşandanan de hate gotin, zimanê kurdî ne hema waneyeke di dibistanê de ye, lê belê maf, hebûn, nasname û siberoj e.
Her wiha bang li wezaretê hat kirin ku biryarê li ber çavan bigire, mafê xwendekaran ê perwerdeya bi zimanê dayikê mîsoger bike.
