Di encama êrişên dagirkeriyê ên li ser herêmê de binesaziyên herêmê û gelek Navendên Elektirîkî hatin ruxandin û ji kar hatin rawestandin.
Şêniyên herêmê jî, ji neçarî xwe spartin jenetorên taxan û ji bo Elektrîkî ampêr kişandin, Ev demeke xwediyên jenetoran ji ber xwe ve nirxên ampêran bilind dikin.
Şêniyên Qamişlo jî nerazîbûn nîşanî vê keysbaziyê dan û gotin xwediyên jenetoran ji ber xwe ve nirxên ampêran bilind dikin.
Ji aliyê xwe ve Rêveberê Ofîsa Jenetoran a Qamişlo Mehmûd Bekir da zanîn ku wan nirxên buhabûna her ampêrekê diyar kiriye û hişyarî dane xwediyên jenetoran.
Herî dawiyê şaredariya bajarê Qamişlo nixê her Empêrekê ku 8 seatan di rojê de dixebite bi 13 hezar lîreya Sûrî û û empêrên ku 24 seatan dixebitin bi 14 dolarên Emerîkî destnîşan kir.
