LI QAMIŞLO PANELEK DERBARÊ SEDEMA ÇOLBÛN Û ZIWABÛNÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi nêzhatina Roja Têkoşîna Dijî Çolbûn û Ziwabûnê de, Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava panelek li Qamişlo li dar xist .

Panel bi beşdariya endamên Kongra Star, Desteya Jîngehê, Akamdemiya Jineolojî, mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi rêve çû.

Di Panelê de, Sedemên bikaranîna avê ji aliyê dewletan ve, Rola guhartina avhewayê, Awayê bikarnîna avê di çandiniyê de û Rewşa hawzê avê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Di dawiyê de beşdaran diyar kirin ku pêwîst e di pergala xwendinê ya li herêmê de girîngî ji bo ekolojiyê bê dayîn, da ku hişmendiya jîngehî li herêmê derbasî asteke bilind be.

Share This Article