PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ SIYASETÊN HIKÛMETA ŞAMÊ YÊN DORPÊÇKIRINA GEL ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê îro bi daxuyaniyekê ambargoya hikumeta şamê li ser Şehba, û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên helebê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hikumeta şamê bi ferizkrina ambargoyê re hevkariya xwe bi dewleta tirk re li dijî herêmên Rêveberiya xweser nîşan dide.

Partiyê bang li hikumeta şamê kir ku Dawî li ambargoya li ser Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bîne her wiha dev ji têkiliyên xwe yên bi tirkiyê re berde.

Her Partiya Sûriya Pêşerojê daxwaz ji hikumeta şamê kir ku ji bo çareserkirina aloziya sûriyê tev li diyaloga sûrî sûrî bibe.

Share This Article