jinên herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi karînên xwe pêşengî ji şoreşa rojavayê kurdistanê re kirin û jinên herêmê bi vê pêşengiyê bûn mînaka hêz, berxwedanî û pêşengiya jinan.
lê îroj HTŞ’ê li herêmên ku kontrol kirine, hewl dide jinên ku piştî ewqas destkeftî û azadî vegerînin wê zehiniyeta kevneşopî û wê ji mafê wê bê par bike.
Endama Koordînasiyna Kongera Star ya Helebê Rîhan Elo derbarê de got, HTŞ’ê jin ji qadên jiyanê bêparkirine.
Rîhan Elo diyar ku divê hemû jin li hember neheqî û zehniyeta metrsîdar hevgirtî bin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.
ji dema ketina rêjîma beis’ê li sûriyê rêveberiya xweser banga avakirina sûriyeke demokrat û adil ku tevahî pêkhate têde beşdarbin dike.
her wiha banga beşdariya jinan di proseya siyasî ya sûriyê û wekheviya di navbera her du zayendan de dike.
