Encumena Jinan a Sûriyê îro ji bo nîqaşkirina rola jinan di siyasetê de, komcivînek li bajarê Reqayê li darxist.
Di komcivînê de kesayetên serbixwe û Nûnerên Partiyên siyasî beşdar bûn.
Mijarên wekî wateya dîplomasî û girîngiya wê, rola jin di warê dîplomasî û siyasî de hatin nirxandin û nîqaş li ser xalên mijaran hat kirin.
Li ser mijarê Rêvebira Encumena Jinan a Sûriyê Xedîce El-Şewax got, armanca wan pêşxistina jinan di warê siyasî û dîplomasî de ye
