LI ZANÎNGEHA KOBANÊ JI BO SALA XWENDINÊ YA NÛ ŞAHIYEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Zanîngeha Kobanê bi boneya sala xwendinê ya nû şahiyek ji bo xwendekaran li dar xist.
Şahî bi beşdarbûna bi dehan xwendekar, mamoste û rêveberan li hola zanîngeha Kobanê hat lidarxistin.
Di şahiyê de hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim axivî û sala xwendinê ya nû pîroz kir.
Her wiha diyar kir ku bi saya paradîgmaya neteweya Demokratîk ya Rêber APO, ew li ser zanisteke rast têne perwerdekirin.
Piştre komên hunerî û çandî berhemên xwe pêşkêş kirin. Her wiha beşdaran jî dîlan gerandin.

Share This Article