Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî cenazeyên 5 şehîdên azadiyê ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî di nav wan de bûn, oxir kirin.
Beşdarên merasîmê piştarst kirin ku, heta dawiyê ew ê rêka şehîdan bidomînin.
Xelkên bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî cenazeyên 5 şehîdên azadiyê ku xebatkarên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî di nav wan de bûn, oxir kirin.
Darbestên şehîdan bi ala azadiyê hatin xemilandin û li ser milan bi dirûşmeyên şehîd namirin heta goristana Şehîd Delîl Saroxan hatin birin.
Li goristanê axaftin hatin kirin û tekezî li ser berdewamkirina doza şehîdan hate kirin.
Beşdarên merasîmê piştarst kirin ku, heta dawiyê ew ê rêka şehîdan bidomînin.
Di dawiyê de Cenazeyên şehîdan Avzem Ciya, Diyar Qamişlo û Şam Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.
Li ser daxwaza malbatên her du şehîdan jî, cenazeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ber bi Bakurê Kurdistanê ve hatin oxirkirin.
