Hunergeha Welat a Çandê amadekariya kilîpek nû ya bi navê ” Keynê ” dike.
Hunergeha Welat ev nêzî 15 roj in ji bo tomrakirina kilîpê, di nava amadekariyan de ne.
Weke hun jî niha li ser ekranê dibînin, Hevreyên me serdana hunergehê kirin û hin dîmenên Kilîpa nû bi me re parve kirin.
Endamên Hunergehê ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku ew bi vê kilîpê, dixwazin rengekî nû û cûda bi filiklora Kurdî bidin pêş.
Her wiha tekez kirin ku dê di çendê hefteyên pêş de wê Kilîp amade bibe û têkeve weşanê.
