Hejmarek çalakvanên Kurdên Rojava, ji bo nîqaşkirina yekrêziya navmala Kurdî li bajarê Qamişlo dîdarek li dar xistin.
Dîdar di bin dirûşmeya berjewendiya giştî me kom dike û bi beşdariya çalakvanên kurd û nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.
Di dîdarê de giringiya yekrêziya navmala Kurdî û çawaniya avakirina şandeke yekgirtî bo çûna Şamê, hatin nîqaşkirin.
Her wiha hate gotin, divê mafê Kurdan di destûra nû de were parastin û bi ti awayî neyê paşguhkirin.
Di dawiyê de deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û her kesî nerînên xwe bi parve kirin.
