LI GUNDÊ DUGIRÊ YÊ AMÛDÊ KEVIRÊ BINGEHÎN Ê PÎROZGEHA ÊZIDIYAN HAT DANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya salvegera 11’emîn a komkujiya Şengalê, li gundê Dugirê yê girêdayî bajarê Amûdê, kevirê bingehîn ê pîrozgeha Êzidiyan hate danîn.
Kevirê bingehîn ê Pîrozgehê bi merasîmeke girseyî û bi beşdariya pêkhateyên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser, PYD’ê, rêxistinên jinan û rûspiyên herêmê hate danîn.
Di çalakiyê de çend axaftin hatin kirin, şehîdên fermanê hatin bi bîr anîn û vekirina pîrozgehê hate pîrozkirin.
Pîrozgeh li gundê Dugirê yê bajarê Amûdê ye û rûbera wê 42 donim e.
Di nîvê pîrozgehê de dê qubeyeke sereke hebe û li dora wê jî 5 qubeyên biçûk hebin. Dê holeke mezin jî hebe ku têra hezar kesî bike.
Her wiha dê qadek ji bo pêşandana sembolên dîrokî û çanda Êzidiyan were diyarkirin.

Share This Article