Komeleya Çandî ya Suryanî û desteya çandê ya kantona Cizîrê bi çalakiyekê qurbaniyên komkujiya Sêfoyê bi bîr anîn.
Çalakî li navenda komeleyê ya bajarê Hesekê hate lidarxistin û tê de de şanoyek bi navê “Peyamek ji şehîdekî” hate pêşandan.
Ji bo temaşekirina li şanoyê bi dehan şênî, metran Mar Morîs Emsîh, akademîsyen, nivîskar û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.
Piştre kesên amade ber bi peykerê şehîdên komkujiya Ermenan ve bi hildana mûm û meşaleyan meşiyan.
