LI HELEBÊ TECRÎDA LI SER RÊBER APO BI PANELEKÊ HATE NÎQAŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ji bo nîqaşkirina aliyê hiqûqî yê tecrîdê li Helebê panelek li darxist.
Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyî di çarçoveya pêngava azadiya rêber Apo de , li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê panelek organîze kir û têde rewşa rêbertî hat nîqaşkirin.
di panelê de Endamên insiyatîfê, saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, rûspiyên eşîran û hêzên leşkerî beşdar bûn.
di panelê de binpêkirina qanûn û mîsaqên navneteweyî ji hêla Tirkiyê ve hat nîqaş kirin û hate gotin tirkiyê bi tecrîda li ser rêbertî zagonan binpêdike.
di dawiyê de soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya Rêber Apo hat dayîn.

Share This Article