Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo şahiyek ji zarokên Şehîdan re li dar xist.
Şahî bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo hat organîzekirin.
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Zarok û hevjînên Şehîdan tevlî şahiyê bûn.
Di şahiyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin û rojbûna rêber Apo li tevahî gelan hate pîroz kirin.
Di dawiyê de stran hatin gotin û dîlan hate gerandin.
