Gulnaz Îbrahîm ya xwedî pêdiviyên taybet, di jiyana xwe de li hember astengiyan serî netewandiye û ji bo pêkanîna armancên xwe her têkoşiya ye.
Gulnazê zanîngeh bi dawî kiriye û di gelek dezgehan de kar kiriye.
Serpêhatiya Gulnaza 42 salî yek ji serpêhatiyên serkeftin û zaferê ye.
Gulnaz Îbrahîm jineke bi teman 42 salî ya xwedî pêdiviyên taybet e. Gulnaza ku dayîka çend zarokan e li hemberî astengiya xwe radest nebûye û berdewam xerîkî xebatên xwebipêşxistinê bûye.
Gulnaza ji Qamişloyê, di geşta jiyana xwe de, pêrgî gelek azar û keleman bûye, lê armanca xwe pêk aniye û xwendina zanîngehê bi dawî kiriye.
Jina dilwêrek ya 42 salî ku ji rûdêmên wê nîşana xwebaweriyê berz dibin, di gelek dezgeh û komeleyan de kar kiriye û li kêleka hevalên xwe bûye stûneke piştevaniyê.
Gulnaz ji zaroktiya xwe ve, tûşî felcbûna zarokan bûye. Ji ber gotegotên civakê ew rastî zehmetiyan hatiye, lê niha ezmûna xwe ya serkeftinê ji kesên xwedî pêdiviyên taybet re şîrove dike. Li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser ji mafên kesên xwedî pêdiviyên taybet e ku di damûdezgehan de bixebitin û di wergirtina biryaran de xwedî roleke aktîv bin.
Hevdem ligel herêmên din yên Sûriyê, li Rojavayê Kurdistanê guhpêdan bi kesên xwedî pêdiviyên taybet tê dayîn.
