DI ÇARÇOVEYA EFÛYA GIŞTÎ DE, HEJMAREKE GIRTIYÊN LI KANTONA CIZÎRÊ HATIN BERDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya biryara efûya giştî de,hejmareke girtiyên li kantona Cizîrê hatin berdan.‎
Dadgehên edaletê yên li kantona Cizîrê li gorî biryara efûya ku doh kete pratîkê de, dest bi ‎serbestberdana kesên sûd ji efûyê wergirtine kir. ‎
Bi wê re komek ji girtiyan ji navendên Elaya, Çirkî û Navkurê yên bajarê Qamişlo hatin berdan û dê di ‎çend rojên din de yên mayî jî werin berdan.‎
Efûya giştî ku meclisa gelan a kantona cizîrê ragihandiye, tevahî sûcên ku beriya 8’ê kanûna 2024’an ‎hatine kirin digre nav xwe.‎

Share This Article