ŞÊNIYÊN HESEKÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya bi sedan ji şêniyên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Şênî ji çerxerêya Kevokê ya li taxa Til Hecer heya çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî meşiyan.

Di meşê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdên êrişên dewleta Tirk û pankartên ” Na ji êrişên dewleta Tirk re, na ji qetilkirina zarokan û wêrankirina navendan ra hatin hildan..

Li çerxerêya Şehîd Serhed bi navê Îsniyatîfa Gel Helîme Ehmed û Îbrahîm Hisên axivîn û diyar kirin ku, êrişên dewleta Tirk vîna gelên herêmê naşikîne. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî jî hat şermezarkirin..

Di dawiyê de bang li gelê herêmê û partiyan hat kirin ku li hemberî êrişan bibin yek.

Share This Article