Li herêma bakur û rojhilatê sûriyê amadekariyên lidarxistina 7’emîn festîvala şehîd ronahî bawer ya govendê tê kirin.
Festîval di 15’ê îlonê de bi pêşkirina govendên li ser asta kurdistanê dest pê dike û dê heta 17’ê îlonê dewam bike.
TEV- ÇAND’ê Di bin dirûşmeya ‘Her Govendek Çîrokeke Û Her Çîrokek Dîrokeke’ amadekariyên lidarxistina 7emîn Festîvala Şehîd Ronahî Bawer a govendên gelêrî dike.
festîval di 15’ê îlonê de bi beşdariya zêdetirî 20 koman ji hemû pêkhatyên bakur û rojhilatê sûriyê,şêxmeqsûd û eşrefiyê û kurdistanê jî li Qamişlo dest pê bike.
endamê komîteya amadekar ya festîvalê û koma şehîd welat ya govendê Ehmed Hemo diyar kir heyama 4 mehane hazirtiyan dikin.
li aliyekî din jî mamosteya koma şehîd welat, meryem hesen anî ser ziman ku tiştê herî xweş di festîvalê de em bi herêma xwe ya qamişlo beşdar dibin.
festîvala şehîd ronahî bawer ya govendê her 2 salan carekê li asta bakur û rojhilatê sûriyê,heleb û kurdistanê tê li darxistin.
her wiha festîval di seat 6’an de di 15’ê îlonê dest pê dike û 17’ê îlonê dê bi dawî dibe.
