Meclisa Dadê ya civakî û Yekîtiya Parêzeran li Helebê derbarê rehenda mafnasiyê di destpêşxeriya rêber Apo de, semînerek li dar xistin
Semîner di bin diruşmeya ” Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan ” hat li dar xistin.
Bi dehan endamên TEV DEM, Partiyên Siyasî, Meclisa Dadê, Parêzer, Rewşenbîr û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eywana Cizîrê tevlî semînerê bûn.
Di semînerê de piştî deqeyek rêzgirtin, Banga dîrokî ya rêber Abdullah Ocalan hate xwendin.
Her wiha axaftin ji aliyê koordînasyona tevgera civaka demokratîk, Yekîtiya parêzeran û insiyatîfa azadiya Rêber Apo ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku banga Aştî û Civaka Demokratîk ya rêber Apo, çareseriya hemû pirsgirêkên rojhilata navîn e.
Semîner bi vekirina deriyên pirs û nîqaşan bi dawî bû.
