LI MINBICÊ PANELEK LI SER ROLA CIWANAN DI AVAKIRINA PÊŞEROJÊ DE HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa Ciwan û Werzîşê ya Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Minbicê, panelek ji bo ciwanan li dar xist.

Panel bi armanaca naskirina rola ciwanan di avakirina pêşeroka Sûriyê de hat lidarxistin.

Di panelê de nûnerên tevgerên ciwanan ên partiyên siyasî, Endamên ofîsa ciwan û werzîşê li bajarê Minbicê beşdar bûn.

Mijarên wek astengiyên ku li pêş ciwanan derdikevin, zehmetiyên ku nahêlin ciwan bi rola we rabin, çareseriyên ji bo wan zehmetiyan û erka ciwanan di parastina welat de hatin nirxandin.

li ser mijarên ku hatn nirxandin nîqaş ji aliyê ciwanan ve hate kirin her wiha tekezî li ser aktîvkirina ciwana di tevahî qadan de hat kirin.

Share This Article