REWŞENBÎRÊN ROJAVA JI BO AVAKIRINA YEKÎTIYEKÊ DÊ KOMXEBATEKÊ LI DAR BIXIN

Rojava Tv
1 Min Read

5 saziyên rewşenbîrî yên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku ji bo avakirina sîwanekê ango (yekitiyekê), dê 7`ê Adarê li bajarê Qamişlo komxebatekê li dar bixin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê,Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê;Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê her wiha Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê îro ji bo ragihandina lidarxistina komxebatekê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de daxuyaniyek hat dayîn û tê de hat aşkerekirin ku, rewşenbîr û nivîskarên Kurd ji bo avakirina yekitiyekê dê di 7` Adarê de komxebatekê li hola Zana ya bajarê Qamişlo birêxistin bikin.

Ji bendên ku wê li ser nîqaş bên kirin: rola yekitiyên nivîskaran û rewşenbîrên Kurd di avakirina xebateke hevbeş de,Rola rewşenbîrên Kurd di pêşxistina xebatê ji bo avakirina yekrêziya Kurdî de.

Share This Article