LI MINBICÊ GIRINGIYA SERHILDANA “JIN JIYAN AZADΔ BI KOMXEBATEKÊ HAT NÎQAŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kombûna Jinên Zenûbyayê ji bo salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî, komxebatek li kantona Minbicê li dar xist.
MIX
Bi dehan nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û partiyên siyasî beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de giringiya serhildana Jiyan Azadî û çawaniya avakirina pergaleke wekhev hatin nîqaşkirin.
Beşdarên komxebatê tekez kirin ku, heta jin azad nebe, ti carî civak azad nabe.
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de piştevaniya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate kirin.

Share This Article