Kongra Star der barê qetilikirina jinan de li Hesekê daxuyaniyek da û bang kir ku divê hemû alî û saziyên hiqûqî li hemberî qetilkirina jinan rabin.
Bi dehan jin, endam û nûnerên Kongra Star û saziyên sivîl li parka Xwendinê ya li bajarê Hesekê kom bûn û tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuxyaniyê de qetilkirina jinan bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin Jin çavkaniya jiyana azad e, qetilkirina jinan qetilkirina jiyanê ye.
Her wiha bêdengiya li hemberî qetilkirina jinan hat şermezarkirin û bang hat kirin ku Doza qetilkirina jinan veguherînin berpirsyariya giştî ya civakî.
