JINÊN KOBANÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

jinên bajarê kobanê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezarkirin û tekez kirin ku dê bi berxwedan û têkoşînê tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Dewleta tirk a faşîst 3’ê sal in tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferzkirye û rê nade ne malbat û ne parêzer hevdîtinê li gel rêber Apo bikin.

li hemberî tecrîda girankirî û ferzikirina cezayên displînê li dijî rêbertî, bertek û nerazîbûnên tund derdikevin.

Cîgira Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê Wehîda Umer Tecrîda giran ya li dijî Rêber Apo şermezarkirin û soza domandina têkoşînê heta pêkanaîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî dan.

ji aliyê xwe ve Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî Emîra Elî destnîşan kir ku fikirê rêber Apo tekane riya çareseriya hemû pirsgirêkan e, her wiha dê bi berxwedana xwe azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.

Rêber Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve li girava Îmraliyê girtî ye, ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî jê nayê girtin.

Dewleta Tirk ji wê demê ve bi hincetên cezayên disiplînê ku herî dawî di 21’ê Gulanê de ceza ji bo 6 mehan hat nûkirin, hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe dike.

Share This Article