Li bajarê Kobanê merasîma 10 şehîdên YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Komandos hat lidarxistin.
Bi hezaran xelkên bajarê Kobanê bi merasîmekê 2 şehîd spartin axê û 8 bi bîr anîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Kantona Firatê Mistefa Êto û Endama Meclisa PYD’ê Zelal Dêrik axivîn.
Axêveran diyar kirin ku ew ê her tim li ber xwe bidin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin. divê bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin û xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin.
Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û cenazeyên şehîdan bi dirûşman spartin axê.
