LI KOBANÊ Û HELEBÊ ŞEHÎD BÊRÎTAN HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

bi boneya salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan li bajarên Kobanê û Helebê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Beşdarên merasîman tekez kirin ku Şehîd Bêrîtan bi têkosîn û berxwedana xwe tê naskirin.

Şehîd Bêrîtan ku di şerê Başûr de teslîmî dagirker û xayinan nebû û di 25’ê Cotmeha 1992’an de xwe ji zinaran avêt, rêyek nû li ber têkoşîna jinan vekir û di dilê her kesî de gotina “Berxwedan Jiyan e” tekez kir.

bi boneya salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan li bajarê Kobanê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Di merasîmÊ de piştî rêzgirtinê li ser jiyana Şehîd Bêrîtan axaftin hatin kirin, piştre jî Sinefizyonek hate temaşekirin.

Ji nava merasîmê Endama Koordînasiyona Kongra Star a kantona Firatê Ronak Xelîl diyar kir ku Şehîd Bêrîtan bi têkoşîn û berxwedana xwe tê naskiri

bi Heman boneyê Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan çalakiyek li meclîsa taxê hat lidarxistin.

Çalakî bi beşdariya bi dehan jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hat.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre jiyana şehîd bêrîtan ji beşdaran re hate xwendin.

piştre jî beşdaran nêrîn û nirxandinên xwe parve kirin.

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Berxwedan Jiyana” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bidawî bû

 

Share This Article