Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û gundewarên wê ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qada jina azad meşek bi dirûşma “Jin Şoraşa Rojava diparêze” li dar xist.
Di meşê de jinan bi cil û bergên xwe yên Kurdî li xwe kiribûn û bê navber dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana YPJ`ê”,”Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û ber bi qada şehîd Egîd ve bi rê ketin.
Li wir meş veguherî mîtîngê û deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hate girtin. Dûre li ser navê kongra Star a bajarê Kobanê, rêveberiya bajarê Kobanê û Malbata dîlgirtiyan axaftin hatin kirin.
Axêveran 8`ê Adarê li mîmarê Azadiyê Rêber Apo, jinên tevahî Cîhanê bi taybet jinên Rojava pîroz kirin û diyar kirin ku hebûna wan a îro, bi saya fedakariya şehîdan e.
Çalakî bi pêşkêşkirina şano, gotina stranan û xwendina helbestan bi dawî bû.
