RÊVEBERIYA XWESER BANGA PÊKANÎNA SÛRIYEKE DEMOKRAT Û WEKHEV DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo bidestxistina Sûriyeke adil ji bo tevahî sûriyan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim di nava tevgerê de ye.
Rêveberiya Xweser diyar dike ku Sûriya pêşerojê divê dûrî kîn û nefretê be ku ji aliyê hin ajendeyan ve tê kirin.

Piştî rûxana rejîma El Esed li Sûriyê, hemû kes çaverê ne ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, ku tê de hemû pêkhateyên vî welatî beşdarî proseya avakirinê bibin.

Lê tişta ku di wê demê de tê gotin an jî ji aliyê hinek kesan ve an jî tê kirin, dike ku kîn û nefret di navbera Sûriyan de pêk were

Derbarê zimanê kinê ya ku hin kes li hember Rêvberiya Xweser didin meşandin, Hevserokê Meclisa Cîbicîkar a Rêvberiya Xweser Hisên Osman hin xalên balkêş vegotin.

Her wiha Hisên Osman diyar ku Rêvberiya Xweser ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê kar dike û di nêrîna wê de sîstema nenavendîbûnê çareseriya her rast e.

Share This Article