MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN: BERXWEDANA SERZÛRÎ BÛ DESTPÊKA TÊKÇÛNA ÇETEYAN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê şehîdên dibistana Serzurî bi bîr anî û diyar kir ku bi berxwedaniya şervanên dibistana Serzûrî destan hatin nivîsandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, yên bixwazin berxwedana Kobanê nas bikin, divê berî her tiştî berxwedana dibistana Serzurî nas bikin.
Her wiha hate diyarkirin ku, “Di 16’ê Îlona 2014’an de şervanên leheng li dijî çeteyên DAÎŞ’ê çalakiya fedaî pêkanîn û DAÎŞ’ê têk birin.
Meclisê destnîşan kir ku, ew roj di dîroka cîhanê de destanek nivîsand û Derseke xurt ji bo çeteyên dagirker hate dayîn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê da zanîn ku, çalakiya fedayî ya dibistana Serzûrî bû destpêka rizgarkirina Kobanê û têkçûna çete û dagirkeriya Tirk.

Share This Article