Ji dema ku pompekirina avê ji Elûkê ber bi bajarê Hesekê ve ji nû ve dest pê kir, boriyeke avê li taxa Mecarjayê şikestiye, ev yek bûye sedema herikîna avê û kombûna wê li deverên derdorê.
Niştecih dibêjin ku ev pirsgirêk ji dema ku pompekirin dest pê kiriye ve berdewam dike û fikarên wan li ser herikîna berdewam û bandora wê li ser deverên derdorê zêde dibin.
Niştecih ji rayedarên pêwendîdar dixwazin ku lez bidin vekolîna şikestinê û tamîrên pêwîst pêk bînin.
HEr wiha tekez dikin ku rijandina dirêj dikare zirarê zêde bike û îsrafa avê zêde bike.
