MÎHRÎCANA ŞEHÎD RONAHÎ BAWER BI XELATKIRINA KOMAN BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read
MÎHRÎCANA ŞEHÎD RONAHÎ BAWER BI XELATKIRINA KOMAN BI DAWÎ BÛ

6′emîn Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî bi xelatkirina Koman bi dawî bû.
Di roja dawîn a Mîhrîcanê de huner û kevneşopiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşandan.

6′emîn Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî roja 16’ê Îlonê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê dest pê kir û 4 rojan dewam kir.

Mîhrîcan ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 salan hatibû rawestandin .

Ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê bi dehan komên govendan beşdarî mîhrîcanê bûn

Di mîhrîcanê komên ji tevahî pêkhateyên herêmê amade bûn û çanda xwe ya resen pêşkêş kirin.

Di roja dawîn a mihrîcanê de koma Esala ya ji Til Hemîs, koma Gulan Zelal a ji Rimêlanê, koma Şehîd Mizgîn û koma Çiyayê Kurmênc a ji Efrînê berhemên xwe pêşkêş kirin .

Her wiha komîteya amadekar a mîhrîcanê komên beşdar xelat kirin .

Share This Article