Ji bo şehîdên YPJ’ê Diyala Koror, Culyana Sîdo û Dilvîn Hiso merasîmeke girseyî hat lidarxistin.
Merasîm bi tevlêbûna bi sedan kesî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêranê Hesen Mihemed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got Ew bi şehîdên xwe serbilind in û Ew ê xwedî li mîrasa wan derkevin.
ji fermandarên YPJ`ê ya bajarê Kobanê Peyman Aydil jî di merasîmê de axivî û anî ziman ku ew ê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya wan bin.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.
