Li bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, meşeke girseyî hate lidarxistin.
Beşdarên meşê tekez kirin ku, azadiya Rêber APO azadiya kurd û Kurdistanê ye û ew ê ji bo pêkanîna azadiya Rêbertî agirê têkoşîna xwe mezintir bikin.
Bi hezaran welatiyên kantona Firatê û Minbicê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê meşeke girseyî li dar xistin.
Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û bi berzkirina dirûşmeyên Bê Serok JIyan Nabe, li qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê.
Di meşê de li ser navên Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Destseya Jîngehê axaftin hatin kirin û tekezî li ser mezinkirina asta berxwedaniyê hate kirin.
Beşdarên meşê tekez kirin ku, azadiya Rêber APO azadiya kurd û Kurdistanê ye û ew ê ji bo pêkanîna azadiya Rêbertî agirê têkoşîna xwe mezintir bikin.
Meşa girseyî ya li bajarê Kobanê bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.
Her wiha meşvanan tekez kirin ku, ew ê roja 9’ê Cotmehê jî bi heman coşê dakevin qadan.
