YEKÎTIYA JINÊN ÊZIDÎ: ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ BERDEWAMIYA ÊRÎŞÊN DAIŞ’Ê NE

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca şermezarkirina salvegera 10’emîn a komkujiya Şengalê, Yekîtiya Jinên Êzidî yên kantona Efrîn û Şehbayê îro li kampa Serdemê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: Di dirêjahiya dîroka de 74 fermanên hovane hatine serê civaka Êzidî.

Her wiha hate diyarkirin ku, êrîşên dewleta Tirk a dagirker berdewamiya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û fermana 3’yê Tebaxê ne.

Di beşekî din de berxwedana gerîla, şervanên YPJ, û YBŞ’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê jî hate bibîrxistin û hate gotin : “Çawa me DAIŞ a hevkara Tirkiyeyê têk bir, divê li dijî êriş û armancên dewleta Tirk a dagirker rêxistin û hevgirtin werin xurtkirin.”

Share This Article