Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Reqayê bi boneya nêzbûna 8’ê meşek li dar xist.
Meş bi beşdariya bi sedan welatiyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û kesayetên serbixwe hat lidarxistin.
Meşê ji pêş nexweşxaneya leşkerî dest pê kir û bi siloganên jin jiyan azadî li qada jina azad veguherî mîtingê.
di mîtingê de jinên kantona Reqayê Roja 8’ê adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin û soza şopandina rêya şehîdan, heta bidestxistina mafên azadiyê, dan.
Meş bi pêşkêşkirina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.
