LI REQAYÊ KONFERANSA JI BO TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Înîsitîfa Sûriyê û Yekîtiya Bijîşkan ên bajarê Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan konferansek li darxistin.

Konferans bi dirûşma ” Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û mafên edaletê” li dar ket.

Di konferansê de, Hevserokên Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, Saziyên Sivîl, Rêxistinên Jinan, Rêxistinên Civaka Sivîl û Nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Her wiha di Konferansê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, komploya navneteweyî û azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat nîqaşkirin.

Share This Article