PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ: EM PIŞTEVANIYÊ DIDIN QSD’Ê Û GELÊ DÊRA ZORÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Têkildarî êrîşên li dijî kantona Dêra Zorê, hevserokê meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ismaîl Henan yê Qamişlo ji ROJAVA TV re got, armanca wan vejandina çeteyên DAIŞ’ê ye.

Her wiha piştrast kir ku, ew piştevaniyê didin QSD’ê û gelê Dêraz Zorê.

Êrîşên hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El Watanî yên li dijî rojhilatê Dêra Zorê berdewam in û sibeha îro bajarê Bisêra û derdora wê topbaran kirin ku di encamê de zirarên mezin li mal û milkên ‎şêniyan hatin.

Têkildarî mijarê hevserokê meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ismaîl Henan yê Qamişlo ji ROJAVA TV re got, ev ne cara yekemîn e ku êrîş li ser herêma Rêveberiya Xweser pêk tê û êrîşên li dijî Dêra zorê şermezar kir.

Her wiha Ismaîl Henan tekez kir ku ew weke hemû pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevanîya hêzên QSD’ê dikin.

Li gorî QSD`ê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê û Dîfa el Watanî êvara 7’ê tebaxê êrişî beravên çemê ‎Firatê yên rojhilatê Dêrazorê kirin, Di encamê de şerên dijwar di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya ‎Dêrazorê, Meclisa Leşkerî ya Hecînê û komên êrişker de li dora gundên Zîban, El Latwa اللطوة û Ebû Hemam ‎derketin.

Share This Article