Insiyatîva Sûriyê ya Azadiya Rêber Apo ya kantona Firatê di salvegera kamploya 9’ê Cotmehê ya dijî rêber Apo civînek li dar xist.
Civîn di bin diruşmeya ” Bi avakirina jiyanek aştiyane û demokratîk, em ê komployê têk bibin ” hat li dar xistin.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên sivîl, Malbatên şehîdan û partiyên siyasî li navenda Baqî Xido ya çand û huner a Kobanê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, nîqaş ji aliyê Insiyatîva Sûriyê ya Azadiya Rêber Apo û Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hate kirin.
Di nîqaşan de rewşa dawî ya Sûriyê hate nirxandin, her wiha awayê pêkanîna komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate şîrove kirin.
