BI BONEYA 19’EMÎN SALVEGERA DAMEZIRANDINA PYD’Ê ŞAHIYEK LI REQAYÊ HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, bi boneya 19’emîn salvegera damezirandina partiyê, şahiyek li bajarê Reqayê li dar xist.

Nûnerên rêveberiya xweser, hêzên leşkerî, dezgehên jin, endamên encumena sivîl a Reqayê, malbatên şehîdan û endamên partiyê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin û tê de şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û salvegera damezirandina partiyê li tevahî gelan hate pîrozkirin.

Têkildarî mijarê hevserokê PYD’ê yê Reqayê Xazî El- Yasîn ji Rojava TV re got ku wan di destpêka damezirandina xwe de xeta parastina gel û azadiyê hilbijartin.

Share This Article